Baran Dicle
Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê, ji ber salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê, konferansek bi mijara “Lêgerîna Kurdan ya Serxwebûnê û Aştiya Herêmî” hat lidarxistin. Konferans, ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê ve hat organîzekirin û di 27ê Îlona 2026an de li Mövenpick Hotelê pêk hat.

Di konferansê de wek axaftvan Dr. Salar Osman, ataşeyê Wezareta Çandê ya Hikûmeta Kurdistanê, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Necat Zanyar û cîgirê serokê Enstîtuyê Nazile Afkhamî beşdar bûn. Di konferansê de lêgerîna Kurdistanê ya bo serxwebûnê, referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an, yekîtiya neteweyî ya Kurdan û encamên dîrokî û siyasî yên referandûmê hatin nirxandin.

Li Lozanê Referanduma serxwebûna Kurdistanê di konferansê de hat nirxandin

Konferans bi sirûda neteweyî ya Kurdistanê “Ey Reqîb” û rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Sekreterê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Şeyhmus Özdemir di axavtina xwe ya vekirinê de bal kişand ser mîsyona Enstîtuyê û girîngiya nirxandina pirsa Kurd di aliyên cuda de.

Dr. Salar Osman: Referandûm divê di sê qonaxan de bê nirxandin

Axaftvanê yekem ê konferansê Dr. Salar Osman got ku referandûma serxwebûnê divê ji aliyê rabirdû, îro û dahatûya Kurdistanê ve bê nirxandin.

Di beşa yekem a axaftina xwe de Osman qonaxa dîrokî ya têkoşîna Kurdistanê nirxand û bal kişand ser qonaxên girîng ên dîrokî ku di pêşketina têkoşîna neteweyî ya Kurdan de bandor li ser pêvajoya îro kiriye.

Osman di vê çarçoveyê de li ser Tevgera Şêx Seîd, Şêx Ubeydullah Nehrî, Koçgirî û Serhildana Agirî û her wiha têkoşîna Seyîd Riza rawestiya û qonaxên cuda yên dîroka siyasî ya Kurdan nirxand.

Osman her wiha tevgera ku ji aliyê yek ji kesayetiyên girîng ên têkoşîna neteweyî ya Kurdan, Mela Mustafa Barzanî, ve hat destpêkirin, wek yek ji qonaxên girîng ên vê pêvajoya dîrokî nirxand.

Dr. Osman diyar kir ku lêgerîna Kurdan a bo serxwebûnê û mafê xwe yê diyarkirina çarenûsê tenê bi yek qonaxê ve ne sînordar e û têkoşîna wan ku di demên cuda de bi awayên cuda derketiye holê, xwedî domdariya dîrokî ye.

Dr. Salar Osman beşa duyem a axaftina xwe ji referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an re veqetand.

Osman got ku referandûm divê ne tenê wek biryarek ku ji aliyê aktorên siyasî ve hatiye dayîn, lê wek encama îradeya gel bê nirxandin.

Osman diyar kir ku encama referandûmê divê ji aliyê Kurdan ên her çar parçeyên Kurdistanê ve bê parastin û bal kişand ser girîngiya dîrokî ya îradeya ku gel nîşan da.
Osman, bi referansa gotina berê ya serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî, encama referandûmê wek “tapûya Kurdistanê” bi nav kir.

Osman diyar kir ku referandûm tenê bi pêvajoya dengdanê ve ne sînordar e, lê di heman demê de nîşana îradeya gelê Kurd e ku dixwaze li ser çarenûsa xwe xwedî be.
Dr. Salar Osman di beşa sêyem a axaftina xwe de bal kişand ser pirsa yekîtiya siyasî û neteweyî ya di nav Kurdan de.

Osman got ku nebûna yekîtiya Kurdan bûye sedem ku Hikûmeta Iraqê cesaretê ji xwe re bibîne ku li dijî destkeftiyên ku Kurdan berê bi dest xistine gav bavêje.

Osman girîngiya yekîtiya siyasî û neteweyî ya Kurdan destnîşan kir û got ku Kurd divê ji bo parastina destkeftiyên xwe bi hev re hereket bikin.

Dr. Salar Osman her wiha bal kişand ser girîngiya ava kirina bîranîna hevpar û got ku yek ji rêyên bingehîn ên ava kirina yekîtiya Kurdan, ava kirina bîranînek hevpar e.
Osman diyar kir ku ev bîranîn divê ne tenê bi vegotinên devkî, lê bi belgeyên nivîskî û dîtbarî, fîlm, belgefîlm û xebatên mayînde bê parastin û bê veguhastin ji nifşên paşerojê re.

Osman bal kişand ser girîngiya tomarkirina dîroka Kurdan û ava kirina arşîvek mayînde ji bo parastina vê bîranînê.

Nazile Afkhamî: Pêşketinên Rojhilatê Kurdistanê

Di konferansê de cîgira serokê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Nazile Afkhamî jî pêşketinên li Rojhilatê Kurdistanê nirxand.

Afkhamî bi taybetî bal kişand ser tevgera jinan û piştgiriya ji bo referandûma serxwebûnê ya sala 2017an.

Afkhamî diyar kir ku Kurdên Rojhilatê Kurdistanê xwe wek beşek ji nasnameyek neteweyî ya hevpar dibînin û di pêvajoya referandûmê de îradeya xwe ya ji bo serxwebûnê nîşan dan.

Necat Zanyar: Pirsa Kurdistanê di çarçoveya huqûqa navneteweyî de hat nirxandin

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Necat Zanyar di axaftina xwe de pirsa Kurdistanê ji aliyê huqûqa navneteweyî ve nirxand.

Zanyar li ser derketina têgihiştina dewleta modern, pergala Neteweyên Yekbûyî, mafê gelan ê diyarkirina çarenûsa xwe û mafên gelên xwecihî rawestiya.

Zanyar got ku pirsa Kurdistanê divê di çarçoveya huqûqa navneteweyî de bê nirxandin.
Zanyar her wiha behsa rola serok Mesud Barzanî di lêgerîna Kurdistanê ya bo serxwebûnê de kir û diyar kir ku navê Barzanî di dîroka Kurdistanê de bi fikra serxwebûnê re hatiye girêdan.

Bavê Bengin li ser navê PSK axivî

Di konferansê de Bavê Bengin jî li ser navê PSK axaftinek pêşkêş kir. Bengîn axaftina xwe bi bîranîna salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê dest pê kir û diyar kir ku di 25ê Îlona 2017an de gelê Kurdistanê li ser sindoqê îradeya xwe nîşan da.
Bengîn got ku girîngiya referandûma 25ê Îlonê tenê bi encama dengdanê ve ne sînordar e, lê referandûm îradeya gelê Kurd a ji bo diyarkirina çarenûsa xwe nîşan da.
Bengîn diyar kir ku yek ji dersên bingehîn ên PSK ji referandûmê ew e ku hêzên siyasî yên Kurd divê di navbera xwe de yekîtiya siyasî û hevahengiyê ava bikin.

Bengîn her wiha li ser gavên ku ji bo yekgirtina hêzên Pêşmerge di bin yek komuta de têne avakirin rawestiya.

Bengîn got ku Pêşmerge sembola berxwedana gelê Kurd e û divê hêzên Pêşmerge xwedî saziyek neteweyî, yekgirtî û profesyonel bin.

Bengîn her wiha diyar kir ku hêzên siyasî, civakî û neteweyî yên Kurd divê ji cudahiyên xwe re rêz bigirin û ji bo armancên hevpar bi hev re bixebitin.

Di konferansê de bal li ser çar parçeyên Kurdistanê û bîranîna hevpar hat kişandin
Di berdewamiyê de Nvar Maley, Aso Pîrotî û Gul Sairan jî axivîn û li ser lêgerîna Kurdistanê ya bo serxwebûnê û referandûma sala 2017an nirxandinên xwe parve kirin.
Paşê beşdaran fikr û ramanên xwe li ser referandûm û mijara serxwebûnê parve kirin. Di çarçoveya çalakiyê de her wiha du sînevîzyon hatin nîşandan.

Di konferansa li Lozanê de, ji bilî girîngiya dîrokî û siyasî ya referandûma 25ê Îlona 2017an di dîroka siyasî ya Kurdan de, mijarên wek parastina bîranîna dîrokî ya Kurdan, yekîtiya siyasî û mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe derketin pêş.

Bu haberi paylaş

WhatsApp X

← Tüm Haberler